Şehriyar Cemşîdî albûma xwe ya dawî My Sunset-Land: Rojava diyarî jinên Kurd kiriye. Ji bo strana yekê ya di vê albûmê de ew dibêje:
“Ji bo yad û bibîranîna Viyan Peyman e. Wê her tişt bi cih hişt û şerê DAIŞ’ê kir. Wê jiyana xwe ji bo Kurdistanê ji bo jinên dinyayê, ji bo jinên Rojhilata Navîn feda kir.”
Kemaçejen Şehriyar Cemşîdî îro li Kanadayê dimîne, belê ew ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ye. Wî serpêhatiya xwe ya muzîkê li Kurdistanê dest pê kir, bi gotina wî, “tozekê li tembûrê jî dida” lê wî wisa hîs kir ku lazim e hînî lêxistina amûra Kemançê bibe. Ji wir rêwîtiya wî ya kemaçejeniyê dest pê kir û herî dawî jî ji bo jinên Kurd û têkoşîna wan, bi navê “My Sunset-Land: Rojava” albûmek hazir kir. Ew dibêje, ew vê albûmê diyarî jinên Kurd hemûyan dike, lê nexasim jî jinên Şengalê. Em bi Şehriyar re li ser serpêhatiya wî ya şexsî, ya muzîkê û her wiha hewldanên wî yên ji bo muzîka Kurdî û berhemên wî peyivîn…
Writer: Luqman Guldivê
Published: Yeni Özgür Politika
June 26, 2020
