Cara yekê, kom sala 2015´an di Festîvala Cihana Ereb a Montrealê de bi navê Kamancello derkete ser dikê. Festîvalê kom weke berga xwe ya danasîna xwe hilbijart. Lihevanîna wan xwe disipêre muzîka modal a Kurd û muzîka klasîk a Rojavayî li ser kemaçe (kemaçeyeke 4 têlî ya kovik fireh) û celloyê.
Komê heta niha du albumên xwe qeyd kirine. Yek jê wan qeyd kir li studyoya xwe bi xwe sala 2017´an û ya dinê jî li Studio Union Sound Company sala 2019´an bi navê Kamancello II: Voyage wan qeyd kir.
Performansa wan a dawî jî bi Orkestraya Sîmfoniyê ya Windsor re bû sala 2019´an. Muzîkeke wan a ku bi ruhê mirovî re dipeyive heye û belkî bi xêra nivîsa Austra jî çêtir bê nasîn. Naskirina komê wê bivê nevê muzîka Kurdî jî bide nasîn.
Published By: Yeni Ozgur Politika
In Kurdish – May 12, 2020
